Amerîka û Rûsya li ser qeyrana Sûriyê dicivin

Amerîka û Rûsya li ser qeyrana Sûriyê dicivin

10:55:22 AM

RojavaNews: Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsya di peywendiyekî telefonî de li ser "navçeyên aram" ên li Sûriyê gotûbêj kirin û tê pê?bînîkirin ku di demekî nêzîk de jî bicivin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ku Rex Tillerson bi armanca gotûbêjkirina kirîza Sûriyê û bicîhkirina rêkeftina "navçeyên aram" li gel Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov pêwendiyeke telefonî sazkiriye.

Li gorî daxûyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, di vê pêwendiyê de kirîza Sûriyê û herwiha çend mijarên din jî hatine gotûbêjkirin û herdu wezîr jî li ser wê yekê hemnêîn bûne, ku peywendiyên wan her tim berdewam bin da ku mijarên heyî gotûbêj bikin.

Her wiha Wezareta Derve ya Amerîka bal ki?andiye ser wê yekê ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tellerson dê di demekî nêzîk de li gel wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov bicive.