16:24:58
Rojava News: Îtîlafa opozîsyona Sûriyê rêkeftina her çar navçeyên kêmkirina şer (Navçeyên aram) wek projeya dabeşkirina Sûriyê dide zanîn.
Îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê di daxuyanyekê de ragihand ku ew ji wê rêkeftinê ku aliyan li Astanayê îmze kirine dudil in, ku bi gotina wê ew rêkeftin dûrî miletê Sûriyê hatiye kirin û ti rênimayên rewa li xwe nagire. Herwiha dûr ji Encûmena Asayişa Navdewletî hatiye îmzekirin.
Herweha Îtîlaf daxwaz ji Amerîka û koma dostên Sûriyê kir ku nehêlin ew proje biser nekeve û sînorekî jê re danin.
Îtîlaf tekez jî kir, ku ew qebûl nakin Îran wek aliyekî gerantî be di her rêkeftinekê de, ji ber ku Îran destê wê di kuştin û komkujiyên li Sûriyê de heye.
Rêkeftina navçeyên kêmkirina şer li 4 navçeyên Sûriyê îro hate bicîkirin, ku Idilb û bakurê Himsê, gundewarê Lazqiyê û başûrê Sûriyê li xwe digire.
