Rêkeftina ‘herêmên hêmin’ li Sûriyê tê binpêkirin

Rêkeftina ‘herêmên hêmin’ li Sûriyê tê binpêkirin

12:59:11

 

Rojava News: Çavkaniyên ser bi dijbeeya Sûrî ve ragihandin ku gundewarê rojhilatê Helebê ketin ber lêdanên êrişên ezmanî yên balefirên şer ên Sûrî. Bi taybetî navçeyên derdora Balefirgeha Cerrah, Meskene û çend navçeyên din ên rojhilatê Helebê.

Medyaya ser bi dijbeeya Sûrî ve ragihand ku balefirên Artêşa Sûrî navçeyên derdora gundê Zekat û bajarokên Mûrek, Kefer Zîta û Letamne yê bakurê bajarê Hemayê kirin armancên lêdanên xwe yên asmanî.

Heman çavkaniyê nîşan bi wê yekê da ku Artêşa Sûrî navçeyên gundewarê başûrê Hemayê topbaran kirin. Hinek navçeyên bakurê Himsê jî hatine bombebarankirin.

Rêkeftina Navçeyên Hêmin, ku roja 6ê Gulanê kete warê cîbicîkirinê, kete roja xwe ya sêyem, lê li hinek navçeyan binpêkirin hatin tomarkirin.