Esed daxwaza vegera penaberan kir!

Esed daxwaza vegera penaberan kir!

22:29:31

 

Rojava News: Di hevpeyvîna xwe ligel kenala telewizyonî ya dewletê ya Belarus ONT, Serokê Suriyê Beşar Esed diyarkir ku, “Desthilatî, berjewendiyên neteweyî, destûra bîngehîn û serxwebûn ne tenê di desthilata Serokê dewletê de ne. Ji wan gav jî paşve nayên avêtin”.

Esed herweha destnîşankir ku, ew kesên ku ligel dewletê li hevûdu bikin dê bên efû kirin.  Daxwaz kir, penaberên Suriye ku reviyane derveyî welat jî bere vegerin.

Beşar Esed hevdîtinên li Ceneweê wekî hevdîtinên li pêş kamerayan û medyayê binavkir, lê hevdîtinên Astanayê wekî civînên bibandor nirxand.