210 hezar û 60 kes li Suriyê hatine kuştin

210 hezar û 60 kes li Suriyê hatine kuştin

Rojava News: Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê ragihand ku di encama şerê li Sûriyê de ku ev nêzîkî 4 salane berdewam dike, 210 hezar û 60 kes hatine kuştin û milyonek û 500 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Li gor amarên wê rêxistinê, nîvê kuştiyên li Sûriyê sivîlin û ji wan 10 hezar û 664 zarok in û 6 hezar û 783 jî jin in.

 

Herwiha ji hêzên dijbereyê 35 hezar û 827 şervan û ji Artêşa Sûriyê jî 45 hezar û 385 leşker hatine kuştin,

 

Her li gor wê rêxistinê, 24 hezar û 989 çekdarên biyanî yên DAIŞ û Cebhet Elnusra û zêdetirî 3 hezar çekdarên Şîe yên alîgirên Artêşa Sûriyê hatine kuştin.

 

Li gor heman amaran, di encama şerê li Sûriyê de milyonek û 500 hezar kes li Sûriyê birîndar bûne, tevî ku 3 milyon û 730 hezar kes li dervey Sûriyê penaber bûne û nêzîkî 8 milyonan jî li hundirê Sûriyê derbeder bûne.