Rijêma Esed Malbata Du Zarokên Sûrî Qir Kir

Rijêma Esed Malbata Du Zarokên Sûrî Qir Kir

9:21:17 PM

RojavaNews: Ajansa Anadol di raporeka xwe de belav kir ku 6 endamên malbata Mihiyedîn û Neda ji bajarokê Orim elkubra li gundewarê bakurê Helebê li şeva 18'ê nîsanê li ser destê hêzên rijêma Esed hatin kuştin.

Ku xaniyê malbata herdu zarokan dema di xew de bûn ji aliyê hêzên Rijêmê hat bombebarankirin û têde bav û dayîk û bapîr û pîrika wan û zarokekî pênc salî û zarokeka pêçekê ya 8 heyvî hatin kuştin.

Û bilez tîmên bergiriya bajêrvaniyê yên binavê "Kumên Sipî" bi hawara wan ve çûn, û karîn Neda ya 8 salî û birayê wê Mihiyedîn "Mihiyo" yê 9 salî ji nav wêraniyan rizgar bikin.

Ku qoqê serê Mihiyo bi du cihan hatiye şikandin û herwiha lingên wîjî bi du cihan hatine şikandin, tevî lawazbûna şanikên mejiyê wî, lê rûyê Neda hatiye birîndarkirin û hêjî ew kovandar e li ser sosreta malbata xwe

Ji aliyê xwe ve, Osman Derwêş kurmamê herdu zarokan got: me dengê teqînekê li nêzîk mala xwe bihîst û em yekser çûn bi hawarê ve û me dît ku mûşekek li mala mamê min ketiye", û Derwêş got ku " min Mihiyo veguhest bo xestexaneyê û heta sibehê ligel mam, û paşî ji min re hat gotin ku ji bilî Mihiyo û Neda mala mamê min bi tevahî hatin kuştin û herwiha me Neda veguhest bo nexweşxaneyeke din".

Û niha "Mihiyo" du caran her heftî diçe nexweşxaneyê ji bo çareseriya birînên xwe, hevdem ku Neda li hêviya wê rojê ye ku birayê wê sax bibe û hêviya wê bi hevre biçin xwendingihê ku bi neçarî dest ji xwendina xwe berdan piştî malwêraniya wan bi mûşekeke hêzên Rijêmê ku qedera wan mala wan bibe goristana malbatê.

Hêjayê gotinê ye ku rêzistina zarokîniyê ya NY (UNICEF) diyar kiribû ku ziyan bêhtir li zarok ketine ji ber şerê rijêma Esed yê serê şeş salan li dijî gelê Sûriyê, û gotibû ku ziyan bi bêhtirîn li zarokên bêxudan hatine kirin.

Û (UNICEF) di rapora xwe de bal kişandibû ku zarok dimirin ne bitenê bi bombe û guleyan lê herwiha dimirin ji ber nebûna nojdar û xizmetgozariyên serekî, û ku zarok bi milyonan li hindur Sûriyê bûne penaber, û tevî koçberkirina 2.3 zarokî bi rêka sînoran bo dewlatên deverê. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî - Wekalat