Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî  Daxwaz Dike Ku Danûstandin Bi Rêjîmê Re Rûbirû Bin

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî  Daxwaz Dike Ku Danûstandin Bi Rêjîmê Re Rûbirû Bin

9:39:32 PM

RojavaNews: Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko Netewên Yekbûyî alavên şêweyê danûstandina rûbirû dabîn bike, di danûstandinên Cinêvê de yên wê di navbera rêjîmê û rikberiyê de roja sêşemba dahatî heta roja înê çêbibin.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehre di hevdîtina kanala Elerebiyê de got ku em daxwaza pêvajoyeke danûstandinan ya zelal dikin, ko têde şanda rêjîmê û ya opozisyonê rûbirû bi hev re rûnin, û tekez kir ko rêjîm demê wenda dike bê ko têkeve operasiyonên jidil de.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf di hevdîtina digel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo roja pêncşembê dîsa tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî piştgiriya Desteya Bilind Ya Danûstandinan û şanda danûstandinê dike.

Her weha emîndarê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm di hevdîtina digel sekretêrê yekem li balyozxana Ispanî li Tirkiyê Xosê Liwîs Santis, doh 12 gulanê, derbirîna nerîna xwe kir, û got ko ew bi hêvî ye rêkên çareseriyê di gera danûstandinên Cinêvê yên dahatî de hebin û got  ko Hevbendiya Niştimanî û desteya serokatiyê “hêviya wan di gera dahatî ya Cinêvê de heye”, û tekezî li ser rola ku Tirkiyê û dewletên Erebî û Emerîka û Yekîtiya Ewropî pê radibin kir.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî