Leşkerek rêjîme xwe li bajarê laziqiyê teqand!

Leşkerek rêjîme xwe li bajarê laziqiyê teqand!

Rojava News: Hat ragihandin ku li bajare laziqiyê nakokiyek axaftinê di navbera leşkerek rêjîmê û jinekê derket, di encam de leşker gef li jinê bi çek xwar, û tevlî derketina hejmarekê ji kesan dijî leşker lê li xwe ya xwe ma.

Leşker gulê bi azmanan de berda û bombeyek derxist û bi we gef li jinê xwar, lê birayê leşkerê bi navê Sayir Ismaîl dema nehişt ber bi jine ve biçe bombe bi her duyan ve teqîya û ew kuştin.

Bembeya destan di dema dawî de bûye çekê leşkerên rejîmê dijî her kesê dijî wan dimîne, weke heyva ji mamosteyekê an jî karmendê karên wan nameşîne, û bi taybet piştî ku rêjîm êdî nema dikare belavbûna çekan li navçeyên xwe kontrol bike.