Sêf Ligel Balyozê Yekîtiya Ewropa Li Tirkiyê Kom Dibe Û Tekezî Li Ser Giringiya Piştgiriya Danustandinên Cinêvê Kir

Sêf Ligel Balyozê Yekîtiya Ewropa Li Tirkiyê Kom Dibe Û Tekezî Li Ser Giringiya Piştgiriya Danustandinên Cinêvê Kir

9:16:37 PM

RojavaNews: Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel çend endamên desteya siyasî îro li roja şembiyê li bargehê sikirtariya giştî li Stembolê ligel balyozê Yekîtiya Ewropa li Tirkiyê Kirîstiyan Birgir kom bû.

Sêf daxwaza piştgiriya pêvajoya siyasî bi awayekî kara û restqîn ji Yekîtiya Eweropa kir di gerên bên yên danustandinên Cinêvê de, ji bo dabînkirina armancên gelê Sûriyê û bidestxistina mafên rûmet û azadiya xwe û rûxandina rijêma Esed ya zordar.

Herwiha Sêf Yekîtiya Ewropa han da li ser berdewamiya pêşkêşkirina alîkariya mirovî û hewarçûnê ji bo gelê Sûriyê û piştgiriya pirojeyên xizmetgozariyê yên hikûmeta demkî ji welatiyan re pêşkêş dike.

Sêf bal kişand li ser pilana çaksazkirina Hevbendiya Niştimanî ya ji bo vegerandina baweriya milet bi dezgehên wê, û hevdem bal kişand li ser pêwîstiya vê yekê bi piştgiriya dewletên dost û nemaze dewletên Yekîtiya Ewropa.