4 kompaniyên firînê dê li Sûriyê dest bi kar bikin!

4 kompaniyên firînê dê li Sûriyê dest bi kar bikin!

13:06:25

 

Rojava News: Wezîrê veguhesitnê yê desthilata Rêjîma Sûrî Elî Hemûd ragihand ku çar kompaniyên cîhanî û navwelatî xwestine ku li Sûriyê dest bi kar bikin.

Li gorî malperne xwecihî ku ew kompaniyên firînê xwestina dest bikar bikin didu ji wan  Almanî ne, û yek Siwêdî ye, û yek jî ji Umnan e.

Tê zanîn ku bi sedema şerê li Sûriyê digere, û herweha cezayên navwelatî li ser Rêjîma Sûrî rewşa abori ii welat pir têk çûye.