12:16:14 PM
RojavaNews: Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê ji bo Nûnerê Donald Trump ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê Brett McGurk got ew ji heyama Barack Obama maye û divê bê guhertin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî televîzyona NTVê bû ragihand ku cihê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê hebe ew tevlî wê operasyonê nabin.
Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ji bo hevkariya dijî DAIŞê hinek mercên wan hene û yekê ji wan jî ew e ku cihê ku YPGê lê hebe Tirkiyê beşdarî operasyonê nabe.
Çavuşoglu amaje bi vê yekê jî kir ku çekên YPG bistînê dê nekarin li hemberî wan bikar bînin û herwiha îdia kir ku wan ji hevpeymaniyê re gotiye “emê li YPGê bidin” kes li hemberî wê yekê dernekitine.
Derbarê Brett McGurk de jî wiha got: “Brett McGurk bi eşkereyî piştgiriyê dide PKK û YPGê. Ji serdema Barak Obama de maye û peywira xwe didomîne. Divê ev kes bê guherandin."
