20:59:22
Rojava News: Çekdarên DAIŞê li gundê Cezret El-Boşms li derdora Parêzgeha Dêrazorê ku, di bin destê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) 19 kes kuştin di nav wan de 2 zarok û 2 jin hebûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek balv kir, tê de ragehand ku, çekdarên DAIŞê li gundê Cezret El-Boşms li derdora Parêzgeha Dêrazorê ku, di bin destê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) 19 kes kuştin di nav wan de 2 zarok û 2 jin hebûn.
Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî da zanîn ku, piştî guştina wan 19 welatiyên sivîl ji aliyê çekdarên DAIŞê hin ji wan terman şewitandin.
Ji aliyê xwe ve jî ajansa Reutersê di nûçeyeka xwe de ragehand ku, 19 welatiyên sivîl li gundekî parêzgeha Dêrazorê ku, di bin kontirola Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.
