10:57:40
Rojava News: Rojnameya Şerq El-Ewset ya erebî ragihand ku dewleta Tirkiyeyê hewl dide artêşeke azad a nû li Bakurê Sûriyeyê ava bike.
Li gorî nûçeyekê ya rojnameyê li ser zarê hin çavkaniyên ji opozîsyona Sûriyê destnîşan kiriye ku yek ji planên Tirkiyeyê ev e ku artêşekê nû li Bakurê Sûriyeye ava bike.
Ji aliyê xwe ve çavkaniyeke ji Ehrar El-Şam û Ceyş El-Islam ji heman rojnameyê re ev agahî tekez kir û da zanîn ku niha 10 hezar çekdar li Tirkiyeyê têne perwerdekirin."
Hin berpirsên leşkerî yên Tirkiye li navendên perwerdekirina wê hêza nû da zanîn ku, perwerde li ser hemû corên çekan tê kirin, aşkere kirk u, di nav wê hêzê de endamên nû hene, herwiha endamên berê yê Artêşa Sûriyê jî tê de cihdigre.
