Rojava News: Bajarê Himsê ji sala 2011ê ve duh bi temamî kete destê Hikûmeta Sûriyê
Duh dawî karwanê çekdarên dijbereya Sûrî digel malbatên xwe ji taxa Weir a bajarê Himsê derketin û bi vê yekê rêkeftina veguhastinê li wî bajarî bidawî hat. Herwiha Hêzên hikûmetê digel polîsên leşkerî yên Rûsya derbasî wê taxê bûn.
Bi derketina dawî karwanê xelkê ji taxa Weir, ev dibe yekem car ku bajarê Himsê bi temamî ji sala 2011ê ve bikeve bin kontrola hikûmeta Sûriyê.
Di proseya veguhastina xelkê de ji bajarê Himsê nêzî 15 hezar kes ji wî bajarî derketin, 3 hezar leşker bûn û 12 hezar sivîl bûm. Bi vê yekê hikûmeta Sûriyê dest danî ser “paytexta şoreşa” Sûriyê û sêyem mezintirîn bajarê wî welatê Himsê.
