Di encama teqîna Himsê kuştî û birîndar ketin

Di encama teqîna Himsê kuştî û birîndar ketin

4:07:31 PM

RojavaNews: Di encama teqîna otombîleke mayînkirî de li bajarê Himsê li Sûriyê hejmarek welatiyan jiyana xwe ji dest dan, herweha hejmarek birîndar ketin .

Li gor agahiyên hûr yên wê buyerê ku di encama wê teqînê de, du kesan jiyana xwe ji dest dan, û 15 brîndarbûn .

Di heman demê de  hat ragehandin ku otombîleke dî ya mayînkirî li nêzîkî mezargeha seyda zeyneb li başurê Şama payetexta Sûriyê lê ew otomobîl hat têkbirin berî ku bi teqe û, li gor agahiyan ku du kes di nav wê otomobîlê de bun .

Herweha rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragehand ku teqînekê armanca rêgreke çekdarên rêjêma Esed bi navê rêgra elmusteqbel li ser riya balfirxaneya şamê ya navdewletî kir .