Fransa balyozgeha xwe ya li Şamê venake!

Fransa balyozgeha xwe ya li Şamê venake!

23:32:47

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku ew niha balyozgeha xwe li Sûrîyê venakin

Berdevkê wezaretê Romain Nadal da zanîn vekirina balyozgeha li Şamê ne di rojeva wan de ye.

Berpirsên nivîsgeha serokatî demûdest ti agahî li ser raportên wî rengî nedan, lê Macron di serdema piroseya hilbijartinên serokatiyê de rê li ber vekirina balyozgehê girtibû.

Hin welatên Ewrupî ku balyozên xwe ji Sûrîyê kişandibûn, daxwaza vekirina balyozgehên xwe dîyar kiribû, da ku ji bo şerê dijî DAIŞê bikaribin peyvendîyên li gel hikûmeta Esad bikin.

Rojnameya Al Hayat ya Erebî ragihandibû ku serokê nû yê Fransî Emmanuel Macron pêdaçûna biryara 2012 ya girtina balyozgeha li Şamê dike.