12:12:26
Rojava News: Encumena Asayişa Navdewletî civîneke taybet bi bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê li dar xist û têde berpirseke Neteweyên Yekgirtî da xuyakirin, ku heta niha jî lêkolîn derbarê êrîşa Xan Şêyxûnê de berdewam dike.
Di vê civîna taybet a bi bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê de, Serokê Ecumena Asayişa Navdewletî û balyozê Uruguay li Netewên Yekgirtî ragihand, ku bikaranîna veto ji aliyê welatên xwediyê vê mafê li nav Encumena Asayişê rê li ber cezakirina wan aliyan digire, ku çekên kîmyayî li Sûriyê bi kar tînin.
Nûnerê Uruguayê di Encumena Asayişa Navdewletî de, Elbiyo Rossellî di civîna îro ya encumenê de ragihand:
“Bêguman bikaranîna çekên kîmyayî li her cihekî bin, dibin gef li ser ewlehiya cîhanê, ew binpêkirinek li dijî yasaya navdewletî ye.
Urgwayî bi tundî bikaranîna her madeyeke kîmyayî û jehrawî di çarçoveya krîza Sûriyê de şermezar dike, ji ber ku ew bandorê li sivîlan dike û ew tawaneke şer e.
Bêguman ew kesên ku kiryarên weha bikin dê hesabê bidin û bêne dadgehîkirin. Herwiha divê tevahîya cebilxaneya kîmyayî bi temamî bê jinavbirin.”
Uruguay di heya vê mehê (Gulan) de serokatiya Encumena Asayişa Navdewletî dike, ku bi awayê xûlî ye û her meh welatek dibe serokê wê encumenê.
Ji aliyê xwe ve jî berpirseke ofîsa nehiştina çekan a Netweyên Yekgirtî got, heta niha lêkolîn derbarê êrişa Xan Şêyxûnê de berdewame.
Di 4 Nîsana îsal de hêzên hikûmeta Sûriyê bi çekên kîmyayî êrişî bajarokê Xan Şêyxonê li parêzgeha Idlibê kiribûn û di encamê de derdora 100 kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Piştre çendîn aliyan ragihandin, ku Sûriyê di wê êrişê de gaza Sarînê bi kar biriye.
