Balafira Rûsî pêşîya balafira koalîsyonê girt

Balafira Rûsî pêşîya balafira koalîsyonê girt

07:37:16

 

Rojava News: Fermandarê Hêza Navendî ya Hewayîya Amerîkayê Jeffrey Harrigian ragihand ku balafira nêçîrvan a Rûsî li Sûriyê rê li ber balafira tankêr a koalîsyonê girtiye. 

Harrigian di civîna rojnamevanî ya 24ê Gulanê de da xuyakirin, ‘Jeta mijara gotinê bi balafira me ya tankêr re di temasê de bû… Su-30 yan jî Su-35 bû baş nayê bîra min.'

Fermandarê Amerîkî cihê bûyerê û dema wê tam eşkere nekir, lê got,"Ev bûyereke ku mirov dikare bi amatorî binirxîne bû. Em li ser bûyerê bi wan re (Rûsya) re peyivîn û piştre ew jî li xwe mikur hatin." 

Harrigian herwiha diyar kir ku Rûsya li gor peymana navbera wan a li ser firînên bi ewle tevdigere û ti rûdaneke din nehatîye tesbîtkirin.