Kocberên Berzê gihan Idlibê!

Kocberên Berzê gihan Idlibê!

12:42:06

 

Rojava News: Nifşa çarem û ya dawî ji koçberen taxa Berzê ya şamê sersibeha îro gihan bajarê idlib li bakûrî Sûriya.

Hejmara kocberen di nifşa dawî de dighên 1000 kesan di bîst otobîsan de gihan Idlib, û li ser gundên bakûrê Idlib û kampên wê belav bûn, û beriya niha sê nifş gihabûn bakûrî idlib bi koçberen taxa Qabûn.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara kocberen ji taxa Berzê derketin ji destpêka valakirina taxê gihaye 5000 hezar kesan, û bi ve yekê deverên Rikberiya Sûriya li şamê kêm dibe û tenê li şamê li taxa Cober û ya Tedamun dimînin.