Sêf Wê Roja Înê Ligel Mogirînî Bicive Ji Bo Gengeşekirina Rêyên Piştgirya Yekîtiya Ewropa Ji Opozisyona Sûriyê Re

Sêf Wê Roja Înê Ligel Mogirînî Bicive Ji Bo Gengeşekirina Rêyên Piştgirya Yekîtiya Ewropa Ji Opozisyona Sûriyê Re

3:15:24 AM

RojavaNews: Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, roja înê 2'ê Cehzîranê, wê ligel nûnera bilind ya Yekîtiya Ewropa ya karubarên siyeseta derve û ewlehiyê Fîdrîka Mogirînî li paytexta Beljîka li Biroksilê kom bibe.

Û wê serokê hikûmeta demkî û endamên desteya siyasî ligel berêz Sêf bin, ji bo gengeşekirina pêşedçûnên siyasî û meydanî li Sûriyê û geşta dawiyê ji danustandinên Cinêvê ya bi armanca encamdana pirosêsa veguhestina siyasî bi rêka cêbicêkirina daxuyaniya Cinêv û biryarên encûmena asayîşê.

Herwiha wê stratîjiya hatî danîn ji aliyê Yekîtiya Ewropî ya ji bo piştgiriya opozisyonê û hikûmeta Sûriyê ya demkî ji alyê herdu aliyan ve bête gengeşekirin, ku ew stratîjîk hatiye li ser binyatê pêkanîna veguhestinek siyasî ya rasteqîn û çareserkirina pêdewîstiyên mirovî yên xelkê Sûriyê yên ku her bi demê re zêdetir dibin, û tevî handana demokrasiyê û mafên mirov û azadiya radebirînê û dûvçûna tawanên şer û geşkirina piroseya aştiya navxweyî û dadperweriya veguhêz.