Tirkiyê li Şehbaya encumenek kurdî ava kir

Tirkiyê li Şehbaya encumenek kurdî ava kir

12:51:07

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê li devera Şehba ya girêdayê Helebê encumenek ji hozên kurdî re ava kir.

Li gor nuçeya Rudawê: li gundê Baroze ku ser bi Exterîna Ezazê ve ye, Artêşa Tirkiyê li gundê navborî Encumena Hozên Kurdî li devera Şehbayê bi serokatiya Nebîh Mûsa Taha damezrandiye.

Çavkaniyên ji devera Şehbayê herwiha dane zanîn, ku avakirina Encumena Hozên Kurdî li devera wan, ne di xizmeta deverê de ye, di heman demê de xelkê deverê nerazîbûna xwe li ser wê pêngavê jî nîşan daye.

Li gorî çavêdrên rewşa Sûriyê, Artêşa Tirkiyê bi avakirina encumena hozên Kurdî li devera Şehbayê dixwaze rê li ber pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bigire.

Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operayona Mertala Firatê de, roja 24ê Tebaxa 2016ê derbasî nav xaka Sûriyê bû û bajarên Cerablus û Babê û bi dehan gundên ser bi wan ve kontrol kir.