Sûriyê...Di Meha borî de 964 Sivîl hatine kuştin

Sûriyê...Di Meha borî de 964 Sivîl hatine kuştin

6:31:12 PM

RojavaNews: Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan îro pêncişembê got ku,  964 Sivîl di heyva bûrî de li Sûriyê jiyana xe ji dest dane ku, hejmarek mezin ji wan bûne qurbaniyên hêzên hevpeymaniya navdewletî û çekdarên Esed û rêxistinên tundrew .

Li gor raporta heyvane ya tora  Sûriyê ya Mafê Mirovan ku ,qurbaniyên çekên çekdarên rêjîma Esed di heyva burî de gihiştin dused û çarde kesan ku, 29 ji wan zarokbûn û21  jin  û herweha 13 sivîl dibin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan .

Qurbaniyên balfirên rûsyê jî di heyva burî de 13 sivîl bûn ku, zarokek û pênc jin di nav wan de bûn .

Derbarî qurbanyên ku ji aliyê çekdarên PYD ve jiyana xwe jdest dane herweha 268 sivîl ji aliyê terorsitên DAIŞê ve hatine kuştin .