00:52:25
Rojava News: Serokê Rûsyayê dibêje, li Sûriyê di warê dirustkirina herêmên aram de gûman hene, lê divê deverên aram bibin bingeha parastina xakê û gotubêjên siyasî.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn da zanîn, sîstema Mûşekên S-400 bi Serokomarê Tirkiyê gotubêj kirine, lê biryar nedane ku li derveyî Rûsyayê vê sîstemê dirust bikin.
Da xuyakirin, ew tirs û gûmanên Tirkiyê derbarê PYD û PKK de dizanin û di vî warî de xebatên ku her du aliyan jî neêşîne dikin.
Putîn got, derbarê Sûriyê de bi Tirkiyê re di gelek waran de hemra ne û eger ku bi Tirkiyê re lihev nehatibin, nedikarîn agirbestê ragehînin deverên aram dirust bikin.
