13:03:38
Rojava News: Hat ragihandin ku di êrîşa asmanî ya hêzên koalîsyonê de ku şeva borî pêk hatiye, li Reqqayê zarok jî di nav de 43 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan li Sûriyê SANAyê di encama êrîşên şeva borî yên balafirên hevpeymanîyê de, li Reqqayê zarok jî di nav de 43 kesan jiyana xwe ji dest da û avahîyeke 6 tebeqeyî jî rûxîya.
SANAyê herwiha ragihand, di encama êrîşên meha borî yên bi ser Reqqa û Deyr ez Zorê de 108 kesan can daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.
