14:02:43
Rojava News: Serokê Rûsya ragihand, ku hêzên Rûsî jib o parastina Esed derbasî nav Sûriyê nebûne, belku ew ji bo parastina saziyên dewletê li Sûriyê ne.
Di çarçoveya birêveçûna Foruma Aborî ya Cîhanî li Saint Petersburgê, Serokê Rûsya Vladimir Putin da xuyakirin, ku ji ber destêwerdana derve di nav karûbarên Sûriyê de, rewşa vî welatî evqasî xirab bûye.
Putin ev yek jî anî ziman, ku Beşar Esed çend şaşî kirine, lê di hember de ew aliyên ku şerî wî dikin jî, serê welatiyan jê dikin û zarokan dikujin.
Putin li ser hebûna hêzên leşkerî yên Rûsya di nava axa Sûriyê de jî got, hêzên Rûsî bo parastina saziyên dewletê derbasî nav Sûriyê bûne, heta ku çareseriyeke siyasî bê dîtin, û tekez kir, ku hêzên wî welatî ji bo parastina Beşar Esed derbasî nav Sûriyê nebûne.
