Gera nû ya civînên Astanayê li 12-13ê Hezîranê ye

Gera nû ya civînên Astanayê li 12-13ê Hezîranê ye

14:14:54

 

Rojava News: Balyozê Sûriyê yê li Rûyayê Riyad Heddad ragihand ku tûra bê ya civînên Astanayê mi 12-13ê Hezîranê dê pêk were û şandeya Şamê jî hatiye vexwendin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov li ser civînên 5emîn ên Astanayê diyar kiribû, dê garantorês agirbesta Sûriyê; Rûsya, Tirkiye û Îran cî bigirin.

Bogdanov herwiha dabû zanîn ku dê nûnerên muxalefeta çekdar a Sûriyê, nûnerên hikûmeta Sûriyê jî beşdarî civînan bibin ku wekî çavder jî dê Urdun, DYA û NY cî bigirin.

Hevdîtinên ser kêşeya Sûriyê li paytaxta Kazaxistanê Astanayê 23-24ê Rêbendana 2016an destpê kiribûn. Piştre li tarîxên 15-16 Sibat, 14-15 Adar û 3-4 Gulanê berdewam kiribûn.

Di gera dawî ya civînan de welatên garantor peymana avakirina 4 herêmên ewle li Sûriyê îmze kiribûn.