Rojava News: DAIŞ ji navçeya Babê paşde dikşê û hêzên xwe be bi Minbêj û Cereblusê ve dikşîn e.
Li gor Reutersê ku DAIŞê êdî dest bi paşvevekişandinê kiriye û bi taybet li navçeya Bbaê û hinek deverên derdora Helebê.
Tê gotin ku ew ziyana ku DAIŞê ji destê Şervanên Kurdan û ji rêjîma Sûriyê dîtiye, we lê kir ku îro ji gelek deveran têkbiçe û çekdarên xwe paşve vekişîne.
Ji aliyekî din ve, Rawengeha Mafên Mirovan ya Sûrî ku şerê li Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne ku daişê hêzên xwe ji hinek navçeyan kişandiye tako li rojhilatê bajarê Helebê dest bi şerê li hemberî hêzxên kurdî û yên din ji oposizyonê bike.
Lê hinek ji çavdêrên siyasî û serbazî yên Kurd jî dibêjin ku êdî hêza DAIŞê tê re berevaniya li hemberî hêzên Kurdî nake û di heyama 13 rojan de, 220 gundên Kobanê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û pakkirin û hîn jî direvin û li paş xwe nanirin.
