DAIŞê 11 çekdarên xwe gullebaran kir

DAIŞê 11 çekdarên xwe gullebaran kir

13:01:01

 

Rojava News: DAIŞê 11 çekdarên xwe li gundewarên bajarê Dêre Zorê li rojhilatê Sûriyê dane ber bulleyan û kuştin.

DAIŞê doh li Meyadin ku dikeve rojhilatê bajarê Dêre Zorê 11 çekdarên xwe dane ber gulleyan bi û piştre termên wan li tenişt sergoyekî li bajarokê Meyadînê veşartin.

Heta niha sedema vê kuştinê nehatiye zanîn.  

Ew ne cara yekem e ku DAIŞ çekdarên xwe dikuje. Piraniya caran rêxistina DAIŞê bi tohmetên weke sîxoriyê, revîna ji eniyên şer û cîbicînekirina fermanên berpirsên xwe, çekdarên xwe gulebaran kirine û ew kuştine.