2:57:39 PM
RojavaNews: Serokê rêxistina heyva Sor ya Tirkî "Kerem Qiniq" diyar kir ku Heyva Sor niyaz dike ku 1000 xaniyan li parêzgeha Idlib ava bike bo koçberên Helebê.
Herweha Heyva Sor niyaz dike ku veberhêneriyên mezintir ji penaber û kocberan re ava bike.
Ji hêla xwe ve Qiniq tekez kir ku Heyva Sor pir proje ji wan malên sêwiyan ava kirine, û herweha rêxistin alîkariya derman û xwarinê dide 2800 malbatan li navçeyê.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara koçberên Helebê li Idlib dighê 40 Hezaran, di dema dawî ji taxên rojhelat û rojava derketibûn.
