Rojava News: Generalê teqewîd yê sûrî Mihammed Abbas ragihand ku krîza Qeterê dê derbe li muxalefeta Sûriyeyê bide.
Abbas got: "Krîza Qeterê, Komên çekdar ên Sûriyeyê ku alîkariyeke mezin ji rêveberiya Dohayê digirtin, dê bêpar bimînin.
Abbas eşkere kir ku ku ev rewş li gorî berjewendiyê rêveberiya Şamê ye.
Abbas destnîşan kir ku sedema krîzê, nexwestina rêveberiya Dohayê ku projeyên Amerîkayê finanse bike, ye.
Abbas balê kişind ser krîzê ku piştî serdana Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bo Erebistana Siûdî, pêk hat û got: "Fermana guhertina rêveberiyekê Qetere ku piştgirî bide Amerîkayê, dan Riyadê û îdia kir ku îhtîmala derbeyê li Qeterê heye."
Erebistana Siûdî û 7 welatên din têkiliya xwe yê dîplomasî bi hinceta piştgirî dide terorê bi Qeterê re dabûn rawestandin.
