Balafirên koalîsyonê li arteşa Sûrîyê xistin!

Balafirên koalîsyonê li arteşa Sûrîyê xistin!

 

Rojava News: Balafirên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengîya wê dike, li hêzeke arteşa Sûrîyê ya li herêmên ewlekarîyê ku ji alîyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve hatibûn avakirin xistin.

Hat ragihandin ku balafirên hevpeymanîyê bi êrîşeke hewayî li hêza arteşa Sûriyê ya li Tanfê xist.

Bajarê Tanfê di nav wan 'deverên aram' ên ku di hevdîtinên Astanayê de, ji alîyê Rûsya, Îran û Tirkîyê hatibû diyarkirin e.

Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê da xuyakirin, 'Ligel hişyarîyan jî hêzên piştgirîyê didin rejîmê derbasî herêma pêşîgirtina pevçûnan bûn.'

Hevpeymanîyê li ser hêza ku bûye armanca êrîşê jî got, "Tank, topxane, sîstemên bergirîya asmanî, wesayîtên çekan bar dikin û zêdetirî 60 leşkerên ku ji bo hêzên hevpeymanan wekî gef bûn bûne hedef."

Di daxuyanîyê de hat gotin, 'Koalîsyonê li ser xeta pêşîgirtina pevçûnê çend caran hişyarî da, piştre jî 2 top, 1 çeka berevanîya hewayî îmha kir. Herwiha tankek jî bêbandor kir."

Hevpeymanîyê diyar kir ku ew naxwazin bi rêveberîya Sûriyê re şer bikin, lê dema pêwîstî çêbe jî ew dê xwe biparêzin.