Rojava News: Endamê encumena bajarê Reqa yê sivîl ragihand ku: Çekdarên Surîyê yê demoqratîk piştî ku bajarê Reqayê kontrol bikin wê bajêr radestê me bikin.
Endamê encumena sivîl yê bajarê Reqayê firaz Memduh El fihid di daxuyaniye kê de eşkerekir ku: Çekdarên Surîya demoqratîk ku zêdetirê wan çekdarên PYDê ne, soz bi wana dane ku piştî bajarê Reqayê bê kontrol kirin wê radestê encumena sivîl ya bajêr bikin, ta ku rêveberiyeke nûh bê avakirin.
El fihîd di dawiya daxuyanya xwede tekezî li ser yekbûna xaka surîyê jî dike .
