4:15:06 PM
RojavaNews : Her yek ji Serokê Rusyayê û yê Turkiyê di riya peywendiyek telîfonî de doseya Suriyê û kirîza kendava Erebî giftugo kirin .
Serokê turkyê Receb Teyb Erdoxan li gel hevşanê xwe yên Rusî fladîmêr potîn bi rêya peywendiyek telefonî re pêşhateyên herî dawî yên herêmî di serî de doseya Suriyê herweha kirîza diblomasî di navbera welatê Qeterê û hejmarek welatên Erebî giftugo kirin .
Her derbarî kirîza kendava Erbî de herdu serokan daxwaza çareserkirina nakukiyan di rêya hemahengîyê û peywendyan re kirin, bê ku ev kirîz mezintir bibe .
Derbarî doseya Suriyê potîn û ardoxan daxwaza bilezkirina cîbcîkirina rêkeftina avakirina deverên kêmkirina şer li Suriyê kirin, û tekezî li ser pêwîstiya hemahengî û karê hevbeş ji bo bidawîanîna kirîza suriyê krin .
