Hevpeymanên Sûriyê gef li Amerîkayê xwarin

Hevpeymanên Sûriyê gef li Amerîkayê xwarin

Rojava News:  Li Sûriyê hevpeymaniya ku piştgirî dide Beşar Esed ragihand, eger êrişên esmanî ku li dijî yekîneyên wan têne kirin, neyên rawestandin, ewê leşkerên Amerîkayê bikin armanc.

Amerîka roja sêşemê diyar kiribû, ku li Sûriyê li dijî hêzên alîgirê Îranê êrişên esmanî hatine pêkanîn. Herwiha hatibû destnîşankirin, ku ew hêz li dijî Amerîkayê gef e.

Hevpeymaniya ku piştgiriya Esed dike, bi îmzeya “Fermandarê Operasyonên Hêzên Hevpeymaniya Sûriyê” hatiye weşandin.

Herwiha Hizbullaha Libnanê jî ew daxuyanî belav kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Amerîka baş dizane ku Sûriye, xwîna Artêşa Ereb a Sûriyê û hevpeymaniya wan, ne erzan e û gava pêwîst be hêza wan heye ku çeperên wan ên li Sûriyê bixe.”

Weke din di daxuyaniyê de amaje bi yekê hatiye kirin, ku heta niha bêdengmayîna hevpeymaniya Sûriyê, nayê wê wateyê ku lawaz in û herwiha tê wateya wê yekê ku ji bo çareseriyeke din helwesta erênî ye.

Di daxuyaniyê de hevpeymaniya Sûriyê aşkere kiriye: “Eger Amerîka pêde here û xetên sor derbas bike, dawiya vê (helwesta erênî) dê were.”