14:04:59
Rojava News: Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk got, bûyerên operasyona Reqayê weke bûyerên operasyona Mûsilê ne.
Şandeyê Amerîkî yê Hevpeymaniya Navdewletî, Brett McGurk roja çarşemê 7ê Hizêranê ragihand ku operasyona kontrolkirina Reqayê li Sûriyê bi piştevaniya Amerîka, roj bi roj dê tundtir bibe.
Brett McGurk li Bexdadê ji rojnamevanan re got, operasyona li Reqayê weke operasyona Mûsilê ye û operasyona Reqayê dê birêve biçe.
McGurk herwiha anî ziman ev tiştekî giring e ji bo şikandina DAIŞê, tevî ku şikandina DAIŞê dê demeke dirêj bikşîne.
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê bal kişande ser wê yekê jî ku bingeheke dawî ji DAIŞê re maye ku ew jî Mûsil e û beşek ji Reqayê ji bin kontrola DAIŞê derketiye.
