1:53:21 AM
RojavaNews: Operasiyona leşkerî ya rêjîmê û milîtanên Îranî li ser bajarê Dera berdewam e, dezgehên mafnasiyê yên xwecihî gotin ko bi sedema bombebarana bêserûber ya firokên cengê hejmarek kes tevlî zarokan şehîd ketine.
Li gor parçe-vîdyoyekê çalakvanan belav kiriye, ew bombebarana rêjîmê ya li ser taxên Dera ye, û ew vîdyo hejmarek teqîn li nîveka avahiyên niştecihan diyar dike.
Encûmena xwecihî ya bajarê der'a îro pêncşembê got ku bi sedema bombebarana rêjîmê bi sedan malbat ji taxên bajêr derbider bûne, û serokê encûmenê Mihemed Mesalimê diyar kir ko hejmara malbatên derbider bûne ji 600-800 malbatî ye, ji taxan derketine, navê taxan negot, ketine ber bombebaraneke tund ji hêla rêjîmê ve, piştî demeke aramiyê.
Encûmenê nikarîbû serjimareke hûrbîn ji malbatên derbider bûne re pêkbîne, û ne jî dikarîbû bêje berê wan li kû bû, bi sedema tundiya bombebaranê li gora gotina Mesalimê, yê ko bang li xelkê û encûmenên xwecihî û rêkxistinên bajêr kir ji bo alîkariya derbideran bikin.
Berevaniya sivîl ya Sûrî doh ragihand ko agirek li derdora xaniyên bajarê Der'a Elbeled çêbibû û vemirandin, bi sedema ko hêzên rêjîmê ew topbaran kiribûn.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî operasiyona leşkerî ya li ser Dera pirotesto kir û hişyarî di daxuyaniyekê de roja duşembê 06.06.2017 da, ji encamên berdewambûna kampaniya leşkerî, ya ko qurbaniyên wê bi piranî jin û zarok in, û her weha hêzên rêjîmê gelek zeviyên çandiniyê şewitandin.
