Rojava News: Doh Duşemê li Helebê endamekî komîteyên girêdayî rêjîmê, zarokek bi xemsarî kuşt.
Li gor hatiye zanîn; zarokekî 12 salî ji bo şîva malbata xwe parsekî dikir, dema gihişt endamê komîteyeke bi ser rejimê ji aliyê wî kesî ve hate gulebarankirin.
Herweha jêderan gotin ku: Ew kesê endamê Komiteya rejimê piştî ku zarok bi guleyên kelenîkofê kuşt, termê wî li erdê hêla û çu.
Hat zanîn ji wan kesên li derdorê jî kesekî dengê xwe nekiriye û alîkarî bi wî zarokî nekirine.
Li gor îddiayên ji deverê; Piştî kontrolkirina bajarê Helebê ji aliyê rêjîmê di bajêrê Helebê de ewlehî nemayê û endamên hêzên rêjîmê gelek tawanan li beranber welatiyan pêk tînin
