Çawderên şer: Hevpeymanî li Sûriyê ziyanên giyanî mezin dike

Çawderên şer: Hevpeymanî li Sûriyê ziyanên giyanî mezin dike

12:37:41

 

Rojava News: Doh Çarşemê Çawderên tawanên cengî yên Netewên Yekgirtî ragihandin ku lêdanên ezmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî li ser Reqayê, dibin sedema ziyanên giyanî mezin di nav welatiyan de

Serokê komîteya çawderi ya encumena mafên mirovan da zanîn ku lêdanên ezmanî yên ku rê li pêş Hêzên Sûriya Demokrat HSDê vedikin, tenê ziyanên giyanî li welatiyan dikin

Herweha ew êrîş bûn sedema reva 160 hezar welatî ji malên xwe, û ber bi deverên din ji Sûriyê ve aware bûne