Penaberê sûrî Mihemed Hec Elî yekem qurbaniyên şewata Lindonê ye

Penaberê sûrî Mihemed Hec Elî yekem qurbaniyên şewata Lindonê ye

11:55:30 AM

RojavaNews: Duh Înê desthilata Birîtaniyayê nasnameya qurbaniyekî şewata bircê Greenville li Lindonê ragihand, ku ew penaberekî sûrî ye û navê wî Mihemed Hec Elî ye

Komeleya Piştgiriya Sûriyê got : (( Ji ber mirinê û şerê Sûriyê reviya, da ku li Birîtaniya di mala xwe de jiyana xwe ji dest bide, bendewarê bihewarvehatinê bû bi telefonê bi havalên xwe re dihaxivî, ku dixwest bigihêje malbata xwe, ya ku ji salan ve ew nedîtibû, lê nikarî bû wê yekê pêk bîne))

Herweha komeleyê diyar kir ew li gel birayê xwe di qata 14ê de bûn, û bi hev re direviyan, û rêya daketinê de ji hev dûr ketin

Mihemed Hec Elî yê 23 salî li Sûriyê endeziyariya bajarî dixwend, û di sala 2014ê de çû Birîtaniyayê