00:30:56
Rojava News: Artêşa Sûriyê li bajarê Dera yê başûrê welêt, ji bo piştgiriya lihevhatina niştimanî bo 48 demjimêran rawestana hemî cûre operasyonên şer ragihand.
Ragihandina vê agirbestê 17.06.2017ê, piştî çend rojan şerên giran di navbera opozîsyon û hêzên hikûmetê de pêkhat. Çalakvanên opozisyonê ditirsin ku hikûmet bajêr kontrol bike.
Fermandariya giştî ya leşkerî di daxuyaniyekê de got dê agirbesta hemî operasyonên şer îro şemiyê dest bike û dê 48 demjimêran dirêj bike.
Çalakvan dibêjin rêkeftina avakirina navçeyên aram, ku Rûsya, Îran û Tirkiyê di meha Gulanê de li ser erê kiribûn, çi aramî ne aniye bajêr.
Agirbest çar herêman, ku hêzên opozîsyonê lê şerê hikûmetê dikin, digre navxwe.
Tê zanîn, şerê Sûriyê di sala 2011an de ji bajarê Dera destpê kir.
