Mexrîbê 13 malbatên penaberên Sûriyê qebul kir!

Mexrîbê 13 malbatên penaberên Sûriyê qebul kir!

12:09:42

 

Rojava news: Rêveberiya welatê Mexribê rê da 13 malbatên Sûriyeyî derbasî nav sînorên wan bibin, ku li ser sînorê Mexrîb û Cezayîrê asê mabûn.

Li gor daxuyaniyeke Dîwana Melîkî ya Mexribê, Şah Mihemed El-Sadis fermana qebûlkirina 13 malbatên Sûriyeyî da.

Nûnerê Komisyona Karûbarê Penaberan a Mexribê ragihand, ku hejmara penaberan a li vî welatî gihiştiye 7 hezar û 48 kesan, ji van jî 3 hezar û 478 penaber ji Sûriyê ne.

Beriya dema çend heftiyan hejmareke penaberên Suriyê li biyabanên di navbera Mexrib û Cezayir de asê mabûn. Di destpêkê de hejmara wan 55 kes bûn lê hinek ji wan bi dizî derbasî Mexrib bûn û hineke din jî Cezayirê pêşwaziya wan kir. 28 penaberên mayî jî ji aliyê Mexrîbê ve hatine qebûlkirin.