Hevpeymaniyê piştrast kir: Miftiyê DAIŞê hatiye kuştin

Hevpeymaniyê piştrast kir: Miftiyê DAIŞê hatiye kuştin

13:19:29

 

Rojava News: Hevpeymaniya Navdewletî kuştina miftiyê DAIŞê li Reqayê piştrast kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ku mifityê DAIŞê yê bi navê Turkî Binalî ku wek mezintirîn miftiyên DAIŞê tê naskirin, di êrîşekê wê ya ser bajarê Reqeyê di 31 Gulanê de hatiye kuştin.

Ji ber rola Binalî ya biçekirina kesên biyanî di nav rêzên DAIŞê de, Amrîka ew xistibû lîsta xwe terorê de.

Binalî xwedî regeznameya Behrênî ye û bi navê Ebû Huzeyfe El-Behrênî dihat naskirin.