Rojava News: Di encama êrîşên rejîma Sûrîyê li deverên bin desthilata opozîsyonê, di maweyê 5 rojên bihûrî da 178 kes li derdora Dîmeşqê hatine kuştin.
Li gorî zanyarîyên Rewangeha Sûrî ya mafên mirovî, di maweyê 5 rojên bihûrî da, rejîma Sûrîyê êrîşên asmanî û zemînî li hijmareka deverên cuda li derdora Dîmeşqê kirine ser hêzên opozîsyonê û di encamda 178 kes hatine kuştin û herwesa bêtirî 370 kesên din jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî, dîyar kirîye, di nava qurbanîya da 143 kes ji xelkê sivîl bûn, di nava wan da 28 jin û herwesa nêzîkî 30 zarokan jî hebûn.
