Netewên Yekbûyî Daxwaza Parastina Sivîlên Sûrî li Reqayê Dike

Netewên Yekbûyî Daxwaza Parastina Sivîlên Sûrî li Reqayê Dike

11:16:52 PM

RojavaNews: Emîndarê Giştî Yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîs doh çarşembê daxwaza parastina sivîlên Sûrî li Reqayê kir, di heman dema ko sivîlên ketine ber bombebarana bi fosfora spî ji malê xwe derbider dibin.

Gotîrîs di daxuyaniyeke xwe de got “ez bangeke lezgîn ji bo wan kesên operasiyonên leşkerî li Sûriyê pêktînin re birê dikim, ji bo sivîl û jêrxanên bajêr biparêzin.

Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî nîgeraniya xwe derbarê derdê mirovan li Sûriyê derbirî, û destnîşan kir ko sivîlên Reqayê di rewşeke aloz re derbas dibin, bi taybetî yên ko ji hemû aliyan ve gef li wana têne kirin.”

Gotîrîs bang li hemû aliyên şer dikin kir, da bihêlin karwanên alîkariyê derbasî bal kesên gelekî pêdiviya wan bi derman û xwarinê heye bibin..

Nûnerîtiya vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve nîgeraniya xwe derbarê Sûriyê  û hejmara kuştiyan ya pir derbirîn kir, û Gotîrîs got ev rewşên dawiyê "pir metirsîdar in" ,  û heye ku piştî şeş salan ji şerê Esed li dijî miletê Sûrî berdewam e, ya ku heya nuha bêtir ji 320hezar kesî hatine kuştin, kambaxtir bibe.