Zarokekî xwe bidar vekir dema ku wek dîmenekî ji zincîra Bab El-Hara dikir

Zarokekî xwe bidar vekir dema ku wek dîmenekî ji zincîra Bab El-Hara dikir

9:20:11 AM

RojavaNews: îro Duşemê li bajarokê Hamê li gundewarê Şamê zarokekî xwe bidarvekir û jiyan ji dest da, dema ku wek Hunermend Mistefa Xanî dikir di dîmenekî ji zincîra Bab El-Hara de

Li gor zaniyariyan Wesîm Qebanî zarokê 12 salî, rabû ser kursiyekê û têleke telefonê li taxê dalqiyayî li stûwê xwe gerand û digot ((Ezê wek Nimis bikim û xwe bi dar vekim)) û lingê wî ji ser kursiyê şemitî, û rasterast laşê wî pûç bû, û ji ser hişê xwe ve cû

Neşteciyan bi lez bêve çûn, piştî ku hevalên wî alîkarî xwestin, ku ew veguhestin nexweşxaneya Muctehid li Şamê, û lê jiyan ji dest da

Tê zanîn ku li ser torên civakî zincîra Bab El-Hara di perçeyê dawî de ji aliyê şopîneran ve bi berfirehî rastî rexneyan hat, ku gelek zaniyariyên dîrokî çewt li xwe digire