Kremlinê bersivê dide gefên waşintonê li ser Esed

Kremlinê bersivê dide gefên waşintonê li ser Esed

5:08:53 PM

RojavaNews: Îro Sêşemên sibehê Kremlin a rûsî ragihand ku gefên Koşka Spî li serokê rêjîma sûrî û hêzên wî, li barê êrîşên kîmawîm, redkirî ne û nayên pejirandin

Herweha peyvdarê Kremlinê Dimitrî Pîskov da zanîn ku ti zaniyariyên li barê egeriya bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê negihiştine wan

Îro didemeke pêştir de Koşka Spî gef li rêjîma sûrî kir, û got : (( eger Esed êrîşeke dîtir bi çekên kîmawî bike, ew û artêşa xwe wê nirxekî buha bidin)) û diyar kir ku agahî hene ku rêjîm xwe ji bo pêkanîna êrîşeke kîmawî amade dike