Pentagon: Amadekariyên êrişa bi çekên kîmyayî hene

Pentagon: Amadekariyên êrişa bi çekên kîmyayî hene

14:22:04

 

Rojava News: Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, hin nîşane diyar dikin, ku hikûmeta Beşar Esed ji bo ku li Sûriyê êrişên bi çekên kîmyayî pêk bîne, amadekariyan dike.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis diyar kir, li Baregeha Esmanî ya Şueyratê ku Amerîkê li dijî wê operasyon kiribû, ji bo êrişên bi çekên kîmyayî, nîşaneyên amadekariyê hene.

Koşka Spî bi daxuyaniyek hişyarî da Beşar Esed, ku eger weke 4ê Nîsanê êrişeke kîmyayî pesend bike, him ew bi xwe û him jî artêşa wî, dê bedêlên giran bidin.

Peyama Koşka Spî ya li dijî  Esed, şeva duşemê ji aliyê Berdevk Sean Spicer ve bi awayekî nivîskî hatibû ragihandin.

Koşka Spî di daxuyaniyê de bal kişandiye ser wê yekê, amadekariyên ku têne kirin, dişibin amadekariyên beriya êrişa bi çekên kîmyayî ya 4ê Nîsana 2017an.

Rûsya û Sûriye daxuyaniya yekem a ku ji aliyê Koşka Spî hatibû, red kiribûn.