Di êrîşa balafirên hevpeymanîyê de, li Deyr ez Zorê 40 kes mirin

Di êrîşa balafirên hevpeymanîyê de, li Deyr ez Zorê 40 kes mirin

09:26:39

 

Rojava News: Hat ragihandina ku di encama êrîşa hewayî ya balafirên hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîkayê de, li herêma Deyr ez Zor a Sûrîyê 40 sivîlan can da.

Ajansa Fermî ya Sûrîyê SANAyê bi zarê çavkanîyên herêmî ragihand ku balafirên Hevpeymanîya Navdewletî yên bi pêşengîya Amerîkayê êrîşeke hewayî bi ser gundekî Deyr ez Zorê de pêk anîn û di encamê de herî kêm 40 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku piranîya kesên can dane, jin û zarok in û wiha hat gotin: "Koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê li herêma El Meyadînê êrîş bir ser malên sivîlan ên gundê El Dablanê. Di êrîşan de zêdetirî 40 sivîlan can da. Bi dehan kes jî birîndar bûn."

Roja sêşemê jî Çavderîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku nêzî muxalîfan e, ragihandibû ku di encama êrîşa hewayî ya balafirên hevpeymanîyê de li Meyadînê 15 ji wan milîtan 42 mehkûman jiyana xwe ji dest daye.

SANAyê jî ragihandibû ku herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest daye. Çavkanîyeke Berdevkîya Operasyona Biryardarîya Xwezayî jî diyar kiribû ku ew dê îdiayan binirxînin.