Wezîrek Birîtaniya: Esed pêkerê êrîşên Kîmawî ye li Sûriya

Wezîrek Birîtaniya: Esed pêkerê êrîşên Kîmawî ye li Sûriya

12:35:18 PM

RojavaNews: ezîrê karê Derve ye Birîtaniya "Borîs Jonson" îro înê tekez kir ku ti guman nema ne ku Rejîma Sûriya ewe berpirsa êrîşên Kîmawî l Sûriya di heyva Nîsanê ya bûrî de.

Jonson di hevdîtineke Televizyone de diyar kir: "naskirina berpirsê avêtina Sarîn li Sûriya niha di destê encûmeneke hevbeş de ye, lê guman tine ku Rêjîma Sûriya ewe berpirsa êrîşen Kîmawî, û hemû tiliyen tewanbariyê bi hela Esed ve diçin."

Herweha wezîrê navbûrî eşkere kir: "Kampaniya Birîtaniya bi bacên li ser berpirsen êrîşê berdewam e, ci kesê çeken Kîmawî dijî sivîlan bikarbîne divê nirxa wê yekê bide."