Tirkiyê mercan ji bo vegera xelkên Sûryê li axa wê datîne piştî bêhnvedana cejnê

Tirkiyê mercan ji bo vegera xelkên Sûryê li axa wê datîne piştî bêhnvedana cejnê

1:00:58 PM

RojavaNews: Rêveberiya dergehê Bab El-Hewa ji aliyê Tirkiyê ve agahiyên giring li barê vegera kesên sûrî, yên ku ji bo cejnê derbasî Sûriyê bibûn

Rêveberiya dergehê çend merc destnîşan kirin, ji wan wergirtina belgeyên ilktironî ji her rêwiyekî, ji her rêwiyê ku navê xwe beriya derbasbûna li Sûriyê tomar kiribû, û yê ku navê wî tine be qet derbasî tirkiyê nabe

Herweha li ser pabendiya bi dema derbasbûna li Tirkiyê tekez kir, ku yê dereng bimîne wê li hêviya meha Îlonê bimîne ta ku karibe navê xwe careke din tomar bike

Û desthilatên Tirkiyê li ser pêwistiya anîna belgeyan tekez kir, ji bo şopandina tilîşopa rêwî beriya ku derbasî Tirkiyê bibe, û her rêwiyek dikare tenê centeyekî bi xwe re hilgire